Bêja anatomîyê ji zimanê Yewnanî ji bêja „anatemnein"ê tê û mena
wê perçekirin e. Anatomî jî dibe îlmê perçekirinê. Lê îro mirov ji bêja
anatomîyê, îlma tevhevkirina perçeyên bedenê ji bo avakirina organîz-
mayeki bi fonksiyon fam dike.
Anatomî îlmekî gelek kevn e. Mirov berî bi hezaran salan li ser ana-
tomîyê xebitîne. Li Mezopotamya mirovan mîh serjêdikirin û gor şiklê
kezeba reş, nexweşîyan teşhîs dikirin. Dîsa li mîtolojîya Yewnan da tê
gotîn ku, Xudayê mezin Zeus, ji bo cezakirinê, lawê xwe Prometeus
davêje ser çîyayê Qaf û li ser zinarekî da girêdide. Eylo her roj tê .û
parçekî ji kezeba wi ya reş jêdike û dîxwe. Lê kezaba wi heta roja dinê
careke din xwe ji nûve dike, mezin dibe. Yani ta ji wê çaxê jî mirovan
him şiklê organan himjî hindek fîzîyolojîya wan, wekî mezinbûna keze-
ba reş, nasdikirin. Ji bo vê yekê jî mirova dikarî li Mezopotamîyê^berî bi
hezaran salan ameliyatê çavan û yê kîsika mîzê çêbikin. Wek tê zanîn
ew amelîyatana di dîroka mirovatîyê da yên ewilî bûn. Lê pir mixabin
ku, di welatê me da pir tişt pêşta neçûn. Em li ser rêya bav û kalên xwe
neman û ketin nav nezanîyê û tarîyê. Welatê me hat parvekirin û zimanê
me hat qedexe kirin. Ji ber vê yekê jî, zimanê Kurdî, di warê zanîstî da
pêşta neçû; nekarî xwe nû ve bike.
Gor zanîna min, heta niha tenê pirtûkek piçûk li ser anatomîya miro-
van (The human anatomy) di sala 1978 li Bexdayê, ji alîyê Dr. Eziz
Reşit Akreyî hatiye'weşandin. Weki dinjî çend nivîsên Enstîtuya Kurdî
ya Parîsê di rojnama Kurmancî da derketine. Lê xêncî wan nîvîsan agah-
darîya minji weşanên din tune. Ji bo vê yekê jî ez dixwazim bi wê pirtû-
ka piçûk, anatomîya mirovan bi zimanê Kurdî, bi zaravê kurmancî bi
wêne û şiklên rengîn biweşînim. Ev pirtûk ne pirtûkek ji bo îlma bijîşkê ye. Ez tenê dixwazim ku bila
zimanê me winda nebe û li ser beşê bijîşkê ji pêşva here. Ger rojekî me
di dibîstan û zanîngehên xwe da bi zimanê Kurdî ders da, em dikarm vê
pirtûkê wekî bingeh bigrin û wê pêşva bibin.
Bi alîkarîya ferhengeka anatomîyê li dawîya pirtûkê, mirov dikarê na-
vên organan û anatomîya mirovan bi kurdî hîn baş hînbibe û dikare bi
zimanên din wek tirkî, ingilizî û almanî va bide ber hev.
Ji bo alîkarîya amadekirina vê pirtûkê, ez dixwazim birayê xwe yê
Hesen ra, birêz Zîya Acar ra, hevalên hêja Ûnal Yardimci, Dr. Fîkret
Yildiz û Dr. Emer Simo ra sipas bikim.