Dil kovan im welato li ser te ez ne carek,
Pir geriyam nîne wekî te warek.
Vexwin ji kaniyên çiyayên te avek
Mirin xweş e jiyan xweş e li ser axa te carek
Binivisinim bidim zanîn bedewiya te dixwazim Çiyayên te, yan deştên te welato ez nizanim
Bi navê te bi ala te can welato şanaz im
Gotin li ber hevok li ber delaliya te çiqas jar û lawaz in...