Çi romana Heteroglossia be çi Aporia be, Baqi dev ji pivanen qebülkiri yen rasyonalizme/realizme berdide ü cihaneke dekonstruktif diafirine, an ji dijcihaneke diafirine ku rebazen fikirin ü idraqe yen tradisyonel dirüxine. Li ve dijcihane, derfeta tegihiştina deme nemaye le bi awayeki mecazi ü sembolik roman xwe ji demen mitolojik digihine heta iro, belki. Cih ji ne ji wan cihan e ku em fer büne, carinan malzarokek e, carinan tiwaletek e, carinan hişek e, carinan betane laşeki ye, hundire çaveki ye, ser cismeki sar i hişk e... ü ev giş ji li nav hev dikevin, vediguherin hevdu, di hundire hev de şin ten, ji hev dizen ü li hev vedigerin. -Umran Aran- Aporia xwe li valahiya hiç e diqewimine ü ji binehişi dixwaze biherike binehişi. Ev valahi dike ku reya deri li insen şaş bibe. Çimki wext ü peyv bi ve valahiye re dibe helezonek ü dizivire, hey dizizike. Zivir dewam e, peyv dewam, wext dewam, deng dewam. Ji bo çi? Ji bo 'hiç'. Naxwe me got ev helezonek e, çiqas ji doş bibe we vegere nuqteya xwe'y destpek e. Ji loma peyv boş e, deng ü sewt boş, wext boş. Ya ku tali di deste me de dimine bedengiyek e ü ne tiştek din. -Mesut Kaya- Malzaroka jine, tekane welate weled e ku je te qewirandin. Ez ji ne ehmeq im ku bi valahiye re şerr bikim ü bejim, biner pesiren jinike di desten we de ne ü bav ü lew bi hev re şir didin! Na, pezanin tirrek e ü meriv berdide valahiye Ferbün min pe ve gire dide. Jibirkirin min pe ve gire dide. Demeg ez berradayiye pevegiredayi me. Lewra pevegiredan di xwina min de heye. Pevegiredana min dihele ku ez li dij azadiyen beyom seri rakim. Mizaca min i qereqteristik e; heta mirine ji ez e koletiya xwe bihefidinim. Rimen xwe yeko-yeko diavejim pexila serhildanen tirsonek. Zirxe min zexim e, naye qulkirin; ji polaye sebre hatiye çekirin; di alaviya agire hestan de hatiye sorkirin; bi çaküçe aqile stewiyayi hatiye kutan ü sotin. Ma azadi çi ye? Azadi makineyeke efsüni ye ü miqim yamyaman diafirine. Hoviti ü barbariye li çarnikale dinyaye belav dike. Weki din çi ye
Author:
H. Kovan Baqî
H. Kovan Baqî
Estimated Reading Time: 3 hrs. 5 min.Page Number: 109Publication Date: April 2015Publisher: Na Yayınları
ISBN: 9786059017268Country: TürkiyeLanguage: Kürtçe

Comments and Reviews

See All
109 syf.
10/10 puan verdi
·
Liked
Destarê civat û malbatê li ser takekesan
Kovan Baqî di Aporîa de. Pilekanê edebiyatê, a bilind de pêşiya xwenîneran diçe û dizivire destê xwe dirêjî wan dike. Ji bo wan, piyekî hevraztir hilkişine. Di wê valahiya bê dawî de tirsa xwêneran, disa niviskar radike. Xwîner bi niviskar guman dibin û wê pilekana edebiyatê livo-livo hevraz dibin. Mirov dikare Aporîa yê di gelek cureyên edebiyatê de bihesibîne lê bawerim hêla wê/î a sereke cureya jêrzemîn e. Edebiyata Kurdî de berhemeke di edebiyata jêrzemîn, yekem berhema ku min xwendî Aporîa ye. Aporîa de. Kes,buyer,mekan nepenê ne. Niviskar xwestiye bikeve binhişiya xwêner; -Min gotina xwe got vaye li vir.Êja xwînner bila zênde ka binhişiya wê/wî kî aliva diçe. Zimanek xweş û dewlemend.Nerîneke kur, li ser civakê bi çavên xwebûnke xweser û bi şeyesandinê sosret va .Di oqyanûsa tunebunê de, dike ku hebûna kesê/î keşf bike.Ev kes anjî hêçkes nûjen e, pir zaneye. Gerîna xwe di nava taybetiyên erdnigariya xwe mît û diroka xwe de digere.Heta gerîna xwe a welidandine di pêşa Semîrsamis û Kanlanû, Derdesta û Enkî de digere .Tekîliya kes û malbatê ên zeyendî destnîşan dike. Û bandora ku ser kesan û ser civatê eşkere dike.Kes bi Hebûn û tunebûna xweve di bin destarê civat û malbatê de ye .
Aporîa
AporîaH. Kovan Baqî · Na Yayınları · 20154 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.