Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
8/10
2 Kişi
4
Okunma
2
Beğeni
368
Görüntülenme
Ava Sor, çîroka liberxwedana gelê Kurd e ku ji jîyana rastîn a têkoşerên tevgera azadîya Kurdistanê hatiye wergirtin. Di vê romana ku ji jîyana rastîn a gerîlatîyê hatiye hûnandin de, nivîskar dûr neçûye û li qehremanan negerîyaye. Pêdivîya bi afirandina qehremanên xeyalî jî tunebû. Nivîskar tenê nav guhertine û her tişt wekî rastîya wê nivîsîye. Qehremanên romanê rêheval û hogirên li derdora nivîskêr bi xwe bûn û wan jîyana xwe pê re bi par ve kiribû. Doşekên wan erd, balgîfên wan kevir û lihêfên wan esman bûn. Her çendî çîrok û serpêhatîyên wan ji hev cuda bûn jî, lê rê û xaçerêkên wan li heman deşt û newalan digihîştin hev û bi Ava Sor re diherikîn. Bi hev re dibûn yek beden û yek gîyan û bi stêrkan re dimeşîyan. Ji lew re jîyana her yekî ji wan mînakeke bêhempa, roman û destaneke ku nehatiye nivîsandin e. Çavkanîya Ava Sor, têkoşîna gelê Kurd a lêgerîna azadîyê ye. Ev lêgerîn duh jî hebû, îro jî heye û heta ku gelê Kurd bigihîje mafên xwe yên xwezayî dê ev lêgerîn her berdewam be. Bûyer û serpêhatîyên ku hatine zimên tev rast in. Ava Sor beşekî bîranînên nivîskar e. Ava sor, dengê herikîn û hawara robarê Dîcleyê ye. Bi nalîn û qîrîn çîroka navbera her du çeman vedibêje. Ji bo ku ew rojên giran ên wê jîyanê neyên jibîrkirin û di nav dirêjahîya salan de winda nebin û rojekê ji rojan bibin malê dîrokê, divîyabû ew jîyan bihata vegotin!
Yazar:
İbrahim Osman
İbrahim Osman
Tahmini Okuma Süresi: 7 sa. 53 dk.Sayfa Sayısı: 278Basım Tarihi: 2014Yayınevi: Lis Yayınları
ISBN: 9786059014205Ülke: TürkiyeDil: TürkçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Henüz kayıt yok
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.