Bacanên Pelçiqî

Rênas Jiyan

Bacanên Pelçiqî Quotes

You can find Bacanên Pelçiqî quotes, Bacanên Pelçiqî book quotes, the most impressive sentences and paragraphs on 1000Kitap.
Bavê min tim digot, " Ne piştî ku em bûn bindest di nav me de xayîn peyda bûn, piştî ku xayîn di nav me de peyda bûn em bûn bindest."
Erê ez nemirime lê ez ji miriyan jî xerabtir bûme.
Reklam
Qey mirov wiha dibe qeşmera ber destê qedera xwe…
Xwedî-Dewletbûn
Dewletê di serê xwe de mezin neke. Dewlet alavek e, mirov dikare wê alavê bi dest jî bixe û dikare wê windajî bike. Ku hebe rind e, lê ku tunebe mirov bi tunebûna wê re tune nabe. A muhîm ne dewlet e, rûmet e; dewleta ku alavek e, rojekê bi dest dikeve, lê rûmet bi dest nakeve. Gava rûmet tune be, mirov heywanekî dera han e, rûmeta heywanan nin e. Hinek hene bê rûmet in kurê min, bê rûmet! Dewleta wan hebe wê bi çi be, tune be wê bi çi be? Ji bîrve neke, heger tê serbilind bî ne ji bo ku dewleta te heye serbilind be, ji bo ku rûmeta te heye serbilind be. Serbilindahî ne dewlet e, rûmet e!
Xayin bi gelekî ji dijminan xerabtir in, ji ber ku gava çav li mirovên ku ne xayin in dikevin, bênamûsiya wan tê bîra wan û dîn û har dibin.
Ez berxê Mala Ûsivê Seydo, peyayê xerîb, mêrê mêrxas, kewê ribat... Seyîdxan ez birayê te me, min bi telaqê jinberdanê sond xwariye, li devê Mûradê fîşek avêtiye devê çapliyê, ez ê îro li Cemalvêrdî mêran bikujim, mîna miya ku berxa xwe winda bike û dê, weledê xwe bavêje!
Reklam
Qey mirov wiha dibe qeşmerê ber destê qedera xwe...
Hêvîya me:
Ya Rebbî, îmana serê me ji hev nebe, gava em yek pêşketî û serkeftî be bila yên din biqasî dê û bavekî pê serbilind bin. Ya Rebbî, hesûdiya ku dilê me ji ber bûye wek heba nîskê, ji dilê me derxe, bêbextiya ku serê gelek qîz û lawê bavan xwariye bike sergîna ku zivistanî di sobeya me de dişewite; xayintiyê bike hestiyê kûçikê ber deriyê me...
Giş bela te ye
" Ma te ji xwere ne go çı ? tü xwe bıki qiyameta be keseki "
Divê mirov ji bo heyfê şer neke, ji bo azadiyê şer bike.
Reklam
Dilketiya Evdalê Zeynê, Gulê dibêje
Evdal, çavê min reş e, bela ne, Min rojê heft caran bi kilê sibhanî kil dane, Lê heft dengbêjên mîna te, ji bo min jinên xwe berdane.
Ne piştî em bûn bindest di nav me de xayin peyda bûn, piştî di nav me de xayin peyda bûn em bûn bindest.
Kurdomanî
"Kurdomanî, ew nexweşiya psîkolojîk e ku gava ev dewlet navê kurdan û azadiya wan dibihîze xwe winda dike, dîn dibe, vedilize û êrîşkar dibe. Le dewletê bi xwe, kesayeta xwe xera kir û karaktera xwe têk bir. Ji ber ku wê ji rastiyeke wisa hez nedikir xwe xapand û derew li xwe kir; bi dehan sal bi vî awayî xwe qanih kir; lê jiyana reel û, derew û xapandinên wê li hev nedihatin, ji ber ku wê digot Kurd tune ne, Kurd tune nedibûn."
210 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.