Bacanên Pelçiqî

Rênas Jiyan

Quotes

See All
Qey mirov wiha dibe qeşmera ber destê qedera xwe…
Bavê min tim digot, " Ne piştî ku em bûn bindest di nav me de xayîn peyda bûn, piştî ku xayîn di nav me de peyda bûn em bûn bindest."
Reklam
Erê ez nemirime lê ez ji miriyan jî xerabtir bûme.
Xwedî-Dewletbûn
Dewletê di serê xwe de mezin neke. Dewlet alavek e, mirov dikare wê alavê bi dest jî bixe û dikare wê windajî bike. Ku hebe rind e, lê ku tunebe mirov bi tunebûna wê re tune nabe. A muhîm ne dewlet e, rûmet e; dewleta ku alavek e, rojekê bi dest dikeve, lê rûmet bi dest nakeve. Gava rûmet tune be, mirov heywanekî dera han e, rûmeta heywanan nin e. Hinek hene bê rûmet in kurê min, bê rûmet! Dewleta wan hebe wê bi çi be, tune be wê bi çi be? Ji bîrve neke, heger tê serbilind bî ne ji bo ku dewleta te heye serbilind be, ji bo ku rûmeta te heye serbilind be. Serbilindahî ne dewlet e, rûmet e!
Qey mirov wiha dibe qeşmerê ber destê qedera xwe...
Ez berxê Mala Ûsivê Seydo, peyayê xerîb, mêrê mêrxas, kewê ribat... Seyîdxan ez birayê te me, min bi telaqê jinberdanê sond xwariye, li devê Mûradê fîşek avêtiye devê çapliyê, ez ê îro li Cemalvêrdî mêran bikujim, mîna miya ku berxa xwe winda bike û dê, weledê xwe bavêje!
Reklam
Xayin bi gelekî ji dijminan xerabtir in, ji ber ku gava çav li mirovên ku ne xayin in dikevin, bênamûsiya wan tê bîra wan û dîn û har dibin.
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.