Enfalkirina Heşt Hezar Barzaniyan

Barzan Digirî

Bûbê Eser
0/10
0 Kişi
1
Okunma
Beğeni
316
Görüntülenme
Dema behsa Enfalê tê kirin piranî Helepçe tê zanîn. Ango wisa tê zanîn ku di Enfalê de qetlîama Helepçe pêkhatiye û zêdetirî Pênc hezar însan hatine qetilkirin. Lê di Enfalê de 182 hezar însan hatine qetilkirin. Helepçe parçeyek e ji Enfalê. Wekî Helepçê parçeyekî mezin yê Enfalê enfalkirina Heşt Hezar Barzaniyan e. Leşkerên Seddam di sala 1983’an de rojekê êrîşê dibin ser gundên devera Barzan û kampên ku barzanî tê de digirtin. Di vê êrîşê de di ser 12 saliyê re tu zilamekî nahêlin, ango 8000 mirovan digirin û dibin. Ew 8000 mirov careke din li malên xwe venagerin. Di sala 2006’an de 500 cenazeyên wan li bakûrê Bexdayê di goreke komî de hatin dîtin. Cenazeyên wan anîn devera Barzan veşartin. Heta niha tenê ew cenaze hatine dîtin. Ji 7.500 kesên din hê jî tu agahiyek tune ye. Heta niha li ser vê jenosîdê tu kesê roman nenivîsiye. Yekem car e romana Enfalê ji aliyê Bûbê Eser ve tê nivîsandin. Ev roman parçeyek ji jiyana Mela Mistefa Barzaniyê nemir û sedemên pêkhatina Enfalê ye bê ka Enfal bi piştgiriya welatfiroş û xwefiroşan çawa pêk hatiye. Roman ji devê şahideke zîndî ya wê demê, pêk hatiye. Ev şahida zindî bi eslê xwe jineke rûs e ku dema Barzanî û pêşmergeyên xwe çûne Sowyetê û li wir bi pêşmergeyekê re zewciye. Wê jinê di şerê di navbera Sowyet û Elmanyayê de bav û birayê xwe windakirine. Di Enfala 8000 Barzaniyan de jî Mêr, kur û du zawayên xwe windakirine. Ev roman wekî dîrokeke zindî ji devê vê jina şahida zîndî pêkhatiye. Bûbê Eser bi keda heft salan ev romana giranbuha ji bo we xwendevanên hêja amade kir û pêşkêşî we xwendevanên ezîz kir. Hûnê di vê romanê de êş û elemeke wisa bibînin ku hûn bi xwe jî dê bibin hevparê wê êşa ku li tu dereke dinyayê nehatiye dîtin. Hûnê bibînin bê ka çima li devera Barzan jin hîn jî şînê digirin û cilên reş li xwe dikin. Hûnê bibînin ka çima di sala 1984’an heta sala 1992’an li devera Barzan zarokek nehatiye dinyayê. Hûnê gelek tiştan di vê romanê de bibînin ku wekî janeke zirav dê xwe berde nava we. De fermon hûn û romana Barzan Digirî…
Yazar:
Bûbê Eser
Bûbê Eser
Tahmini Okuma Süresi: 6 sa. 31 dk.Sayfa Sayısı: 230Basım Tarihi: Aralık 2017Yayınevi: Sîtav Yayınevi
ISBN: 9786056742217Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Henüz kayıt yok
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.