Di pirtûka Behsê Besa da 2 çîrokên fantastîk hene. Yek jê çîroka “Behsê Besa” ye, ya din çîroka “Xezal” e. Her du çîrok jî bi tevna xwe gelekî balkêş in. Bi mijarên fantastîk û çîrokên bi hevdu ve girêdayî hatine nivîsîn. Di çîroka Behsê Besa da jîyana nêçîrvanekî û têkilîya wî ya bi Şahê Maran ra tê qalkirin. Di çîroka Xezal de jî jîyana keçikeke efsûnbûyî tê qalkirin.
Di dawîya her çîrokê da derheqê çîrokê da pirs hatine pirsîn