Bernamegeh-hejmara çaremîn 4. Sayısı Sözleri ve Alıntıları
Bernamegeh-hejmara çaremîn 4. Sayısı sözleri ve alıntılarını, Bernamegeh-hejmara çaremîn 4. Sayısı kitap alıntılarını, Bernamegeh-hejmara çaremîn 4. Sayısı en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ez dikarim îro fikrekî biecibînim û biparêzim. Sibê naecibînim û dev jê berdidim. Fikir û qenaet, ji bo min wekî gomlekê (kirasê) şevê ne. Li xwe dikim, li xwe dikim û diavêjim.
Ez ne yê gomlekê me, gomlek yê min e.
Li ber pencereyê, pirsa te ji bayê rêvîng dikim. Li ber tenûra dil pirsa te ji rivîna hilbûyî dikim. Ne xem e, tu li kû bî, dûrbînên hiş şiyar in. Pêlên hevokan bilind dibin û ji belengazî qilûs dadikevin.
Erê, ez ew nêçîrvanê tirsok im. Destên min naçin diziya tu baxçeyî, lê çavên min meşxelên ken li her derên evîna te vêdixînin. Erê ez ew dilê sotî me, dilê dahola cengê me, ji xavika berbangê hatime, ji penaha çavên dilovan derçûme, weke çip ko ji gwîzikeke pembû diçim gwîzikeke dî, dixwazim çavşînkekê bi milê bişirîna sibehê ve daliqînim.
Çend romanên Mehmet Uzun jî ji ber bûyerên dîrokî hatine nivîsîn. Romanên wî yên biyografîk û bûyerên ku di wan romanan de hatine qalkirin, dîmeneke ji dîroka kurdan ya nêzîk radixe ber çavên xwendevanên kurd.
Romana min a navê ”Fîlozof – Katibê Şêx Saîd” jî ji ber bûyera serîhildana Şêx Seîdê nemir hatiye nivîsîn.
Romana wî ya bi navê ”Dimdim” li ser bûyereke dîrokî, anku li ser berxwedana serdarê kurd, Xanê Çengzêrîn ê qumandarê kela Dimdimê ku li hemberê farisan pêk hatibû, hatiye nivîsîn. Romana Ereb Şemo ”Dimdim” romaneke gelek baş e, hêja ye. Ev roman li Tirkî jî hatiye wergerandin. Romana Ereb Şemo ya bi navê ”Şivanê Kurd” romana bi kurdî ya yekem e ku li bakurê Kurdistanê ji aliyê weşanên ”Ozgurluk Yolu – Riya Azadî” ve hatiye weşandin û belavkirin.
Li xortaniyê dema tê zewal
Mêrik dikeve ser darê kopal
Bi saya evî temenê mezin
Êdî li zelam dest dilerizin
Wextê xwarinê firaxa di dest
Te dît ji nişkê kete xwar şikest
Kur diket li ber firaxên malê
Hewl da çû çêkir wî ji bo kalê
Bi tevşiyê xwe kodikeke dar
Ji hingî pê ve di wê da dixwar
Midehek dirêj borî di ser ra
Rojekê mêrik ji kar
Di edebiyata Zazakî de cihê mewlûdan bi berhema Mela Ehmedê Xasî ya bi navê Mewlûda Nebî dest pê dike. Ev berhem di sala 1892an de bi tîpên Erebî tê nivîsandin û di sala 1899an de li çapxaneya Litografyayê tê çapkirin.
Mewlûda wî ji 14 beşan û 366 beytan pêk hatine.