Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Bernamegeh-hejmara çaremîn 4. Sayısı

Hesenê Metê

Bernamegeh-hejmara çaremîn 4. Sayısı Gönderileri

Bernamegeh-hejmara çaremîn 4. Sayısı kitaplarını, Bernamegeh-hejmara çaremîn 4. Sayısı sözleri ve alıntılarını, Bernamegeh-hejmara çaremîn 4. Sayısı yazarlarını, Bernamegeh-hejmara çaremîn 4. Sayısı yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Hinek romanên dîrokî jî li ser serpêhatiyên şexsiyetên dîrokî hatine afirandin. Her wekî romanên ku li ser Hz. Alî, Tîmûrleng, Raspûtîn, Kleopatra, Îskenderê Mezin, Hanîbal, Ramses, Hz. Musa û yd, hatine afirandin. (Di vir de hêjayê gotinê ye, ku şaristaniya Misêrê ya kevin gellek hikarî li mejiyê romannivîsan kiriye.Hinek roman jî hene ku ji vê cureya romanê re dibêjin romanên dîrokî yên fantaziyê, yan jî romanên fantaziyên dîrokî. Romana Catherîne Hermany “Wezîrê şevê” , ya Mîka Woltarî “Evîndarên Bîzansê” , ya Umberto Eco “Navê Gulê” û hinek romanên Necîb Mehfoz û Amîn Maalouf di vê kategoriyê de ne. Di van romanan de dîrok û fantazî têkilhev dibe. Bûyerên ku di van berheman de têne qalkirin bûyerên dîrokî ne û bi fantaziyan hatine xemlandin.
Romana dîrokî di sedsala 19’an de bi romannivîs Walter Scott dest pê kiriye. Berhemên W. Scott, Balzac, Tolstoy, Pûşkîn, Dostoyevskî berhemên klasîk yên dîrokî ne. Di van berheman de kes û bûyer li gorê rastiya dîrokî hatine afirandin, lê gelek xeyal jî lê hatine zêdekirin. Berhemên Aleksander Dumas li ser bingeha macerayên dîrokî, wek çîrokên serpêhatinê, lê bi teknîk û forma romanê hatine nivîsîn.
Reklam
Li gorê dîrokzanan Kleopatra jineka reş, nerind herweha xirab, poza wê xar e. Bejna wê kin e, zikmeşk e, anku qet rind nîn e. lêbelê romannivîser dikare Kleopatra’yê pir bedew û xweşik bide nîşandan, bi taswîra edebî û xeyalî wê rind û spehî bike û weke jineka bedew bide rave kirin. Romannivîser li gor zewqa xwe dikare her tişt bi xeyalî biafrîne, lê dîrokzan nikare weha bike. Lewre jî, divê pirtûkên dîrokzanan li gor rastiya dîrokî û romanên romannivîser li gor hunera edebî bêne şîrovekirin.
Kurteromana min a bi navê ”Nûrheyata Licî” bi tevahî kurteromaneke dîrokî û mîtolojîk e ku bi xeyalî, lêbelê bi şêweya kurteromanê hatiye afirandin. Hinek xwendevanên ku ji edebiyatê fêm nakin, berhemên edebî û pirtûkên dîrokî têkilhev dikin. Divê ew bizanibin ku; edebiyat dîrok nîn e û berhemên edebî pirtûkên dîrokî nîn in. Malzemeyê dîrokzan (yan jî dîroknas – zimanzanên kurd(!) hêj biryar nedane ku ew ji ”tarîxçî”yan re bibêjin dîrokzan yan dîroknas.) belgeyên rastîn û şîroveyên îlmî, zanîstî ne.
Çend romanên Mehmet Uzun jî ji ber bûyerên dîrokî hatine nivîsîn. Romanên wî yên biyografîk û bûyerên ku di wan romanan de hatine qalkirin, dîmeneke ji dîroka kurdan ya nêzîk radixe ber çavên xwendevanên kurd. Romana min a navê ”Fîlozof – Katibê Şêx Saîd” jî ji ber bûyera serîhildana Şêx Seîdê nemir hatiye nivîsîn.
Romana wî ya bi navê ”Dimdim” li ser bûyereke dîrokî, anku li ser berxwedana serdarê kurd, Xanê Çengzêrîn ê qumandarê kela Dimdimê ku li hemberê farisan pêk hatibû, hatiye nivîsîn. Romana Ereb Şemo ”Dimdim” romaneke gelek baş e, hêja ye. Ev roman li Tirkî jî hatiye wergerandin. Romana Ereb Şemo ya bi navê ”Şivanê Kurd” romana bi kurdî ya yekem e ku li bakurê Kurdistanê ji aliyê weşanên ”Ozgurluk Yolu – Riya Azadî” ve hatiye weşandin û belavkirin.
Reklam
Serkêş û damezrevanê romana kurdî a yekem romannivîserê kurd ê Kafkasya’yê Erebê Şemo ye. Romana modern –nûjen- ya kurdî bi berhemên wî dest pê kiriye û li Swêdê bi Mehmed Uzun, Hesenê Metê, Lokman Polat, Firat Cewerî, Laleş Qaso, Silêman Demîr, Bubê Eser, Mistefa Aydogan, Enwer Karahan, Mihemed Dehsiwar, Kamran Simo Hedêlî, Mezher Bozan, û hwd hatiye domandin. (Li welat jî /mebest bakkurê Kurdistanê ye/ di hêla afirandina romanên kurdî de hinek nivîskarên kurd romanên dîrokî nivîsîne û weşandine. Navê hemûyan nayê bîra min lê wek mînak; Îlhamî Sîdar, Osman Ozçelîk, Fevzî Bîlge, Rênas Jiyan, Fêrgîn Melîk Aykoç, Mihemed Saîd Temel, Fevzî Bîlge û hwd. ) Di hêla nivîsîna romanên dîrokî de jî Ereb Şemo serî kişandiye.
WÊJE, DÎROK Û ROMANÊN DÎROKÎ
Gelek çîrokên antîk, folklorîk yên gelêrî hene ku dikare bibe roman. Edebiyata kurdî di hêla romanên ku ji ber bûyerên dîrokî hatine afirandin qels e. Di dîroka kurdan de wisa bûyerên girîng pêk hatine ku, her bûyerek bi serê xwe dikare bibe roman.
Raperîn • Rûbar Elî
Îşev qetla min helal e Li ser bircên Amedê Di bin çend stêrkên welêt de Min bi serserkî berdin xwarê Bila stûyê min ji nermiya hewayê bişkê Ne ji hişkiya erdê Îşev qetla min helal e Kevirekî bi piyê min ve girêdin Û min berdin bin behra Wanê Bila goştê min bibe zirav Ji kefalên rengesmer re Îşev qetla min helal e Herdu çavên min birêjin Û bikin du şînok Yekî bi deriyê me ve kin Yê dî bi sîngê zarokên Şengalê ve Ger hebe daxwaziya min ya dawî Ji bo Xwedê û hemî pêxemberan Çend stêrkan biguvêşin Ji asîmanê welatê min Û li ser sîngên helepçê Binuqutînin lêvê min. RÛBAR ELÎ
Osman Efendîyo Babij
Osman Efendiyo Babij di sala 1852an de li gungê Babê yê Sêwrega Rihayê welidiye. Navê wî yê fermî Osman Efendî ye lê di nava gel de wek Osman Efendiyo Babij hatiye naskirin. Navê bavê wî Hecî Eyup Efendî û yê diya wî Emîne Xanim e. Bavê wî demekê miftîtiya Sêwregê dike ji aliyê gel ve pirr tê hezkirin. Osman Efendiyo Babij piştî perwerdeya xwe ya medreseyê îcazeta xwe hildide li Sêwregê dest bi memûriyetê dike. Bi mirina xoceyê wî yê hêja Zilfîkar Zuhtî Efendî re di sala 1905an de ji bo miftîtiya Sêwregê tê tayînkirin.24 salên xwe di miftîtiya Sêwregê de derbas dike. Di sala 1929an de jiyana xwe ji dest dide niha gora wî li Sêwregê ye. Osman Efendiyo Babij zimanên Erebî, Osmanî, zaravayên Zazakî û Kurmancî yên Kurdî dizanibû.
45 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.