Te bostek şînî, da min
Min gazek şahî, jê girt
Te mistek axîn da min
Min hembêzek xweşî, jê girt.
Te tûrek kul û derd, diyarî min kir
Min barek hêvî û xwezî, jê girt
Te sêwîtî bi ser min de hilweşand
Min bavîtî ya gurzek hêvî û armanc kir.
Te, ez bi strîyên jînê birîn kirim
Min jê, qefdek sorgul diyarî dîlberê kir!