Bernamegeh-hejmara çaremîn 4. Sayısı

Hesenê Metê

Bernamegeh-hejmara çaremîn 4. Sayısı Gönderileri

Bernamegeh-hejmara çaremîn 4. Sayısı kitaplarını, Bernamegeh-hejmara çaremîn 4. Sayısı sözleri ve alıntılarını, Bernamegeh-hejmara çaremîn 4. Sayısı yazarlarını, Bernamegeh-hejmara çaremîn 4. Sayısı yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Can Birahîm | Çavên Şil
Ez û xwe.. Bi tena xwe Li wargeha xwe Di xilmaşeke rêwî de Bihna min diçike Di taya mirinê de An jî zeng a jiyanê de Sermest im Vedgevizim Bayê zuha Û peyva ked î Li gel çavên şil Di dilopek hêsir de Avjeniyê dike Her ku Bîranînek rêwî Dil bi hêwî dike Mizgîniyek Tagirtî û qufilî Li derîyê bala min dide Ta ku bûyereke rûken Derîyê kilît veke Û bi tîna êzingên Ku sirûda mayinê Bi şadî û şahî birêse.
Memê Miksî | KUR JI KIRINA XWE ŞERM DIKE
Li xortaniyê dema tê zewal Mêrik dikeve ser darê kopal Bi saya evî temenê mezin Êdî li zelam dest dilerizin Wextê xwarinê firaxa di dest Te dît ji nişkê kete xwar şikest Kur diket li ber firaxên malê Hewl da çû çêkir wî ji bo kalê Bi tevşiyê xwe kodikeke dar Ji hingî pê ve di wê da dixwar Midehek dirêj borî di ser ra Rojekê mêrik ji kar
Reklam
Hinek romanên dîrokî jî li ser serpêhatiyên şexsiyetên dîrokî hatine afirandin. Her wekî romanên ku li ser Hz. Alî, Tîmûrleng, Raspûtîn, Kleopatra, Îskenderê Mezin, Hanîbal, Ramses, Hz. Musa û yd, hatine afirandin. (Di vir de hêjayê gotinê ye, ku şaristaniya Misêrê ya kevin gellek hikarî li mejiyê romannivîsan kiriye.Hinek roman jî hene ku ji vê cureya romanê re dibêjin romanên dîrokî yên fantaziyê, yan jî romanên fantaziyên dîrokî. Romana Catherîne Hermany “Wezîrê şevê” , ya Mîka Woltarî “Evîndarên Bîzansê” , ya Umberto Eco “Navê Gulê” û hinek romanên Necîb Mehfoz û Amîn Maalouf di vê kategoriyê de ne. Di van romanan de dîrok û fantazî têkilhev dibe. Bûyerên ku di van berheman de têne qalkirin bûyerên dîrokî ne û bi fantaziyan hatine xemlandin.
Romana dîrokî di sedsala 19’an de bi romannivîs Walter Scott dest pê kiriye. Berhemên W. Scott, Balzac, Tolstoy, Pûşkîn, Dostoyevskî berhemên klasîk yên dîrokî ne. Di van berheman de kes û bûyer li gorê rastiya dîrokî hatine afirandin, lê gelek xeyal jî lê hatine zêdekirin. Berhemên Aleksander Dumas li ser bingeha macerayên dîrokî, wek çîrokên serpêhatinê, lê bi teknîk û forma romanê hatine nivîsîn.
Li gorê dîrokzanan Kleopatra jineka reş, nerind herweha xirab, poza wê xar e. Bejna wê kin e, zikmeşk e, anku qet rind nîn e. lêbelê romannivîser dikare Kleopatra’yê pir bedew û xweşik bide nîşandan, bi taswîra edebî û xeyalî wê rind û spehî bike û weke jineka bedew bide rave kirin. Romannivîser li gor zewqa xwe dikare her tişt bi xeyalî biafrîne, lê dîrokzan nikare weha bike. Lewre jî, divê pirtûkên dîrokzanan li gor rastiya dîrokî û romanên romannivîser li gor hunera edebî bêne şîrovekirin.
Kurteromana min a bi navê ”Nûrheyata Licî” bi tevahî kurteromaneke dîrokî û mîtolojîk e ku bi xeyalî, lêbelê bi şêweya kurteromanê hatiye afirandin. Hinek xwendevanên ku ji edebiyatê fêm nakin, berhemên edebî û pirtûkên dîrokî têkilhev dikin. Divê ew bizanibin ku; edebiyat dîrok nîn e û berhemên edebî pirtûkên dîrokî nîn in. Malzemeyê dîrokzan (yan jî dîroknas – zimanzanên kurd(!) hêj biryar nedane ku ew ji ”tarîxçî”yan re bibêjin dîrokzan yan dîroknas.) belgeyên rastîn û şîroveyên îlmî, zanîstî ne.
Reklam
53 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.