Qeder, bi ter, mest û gêj e
Delalê dil nebirêje
Peyvek tenê tu bibêje
Bê kaniya vînê bimêje
Evîn xweş e her weqt û dema
Wek saz û dîlan û sema
Mîrovno kes nebê çima
Evîna rast rastiyê dibêje
Cîhan tev pêr dixemile
Her rengek sed sorgul e
Yara min di nav de şah gul e
Di dil de ye ew ji mêj e
Ne nalîn û xem û hêsir
Ne axîn û jan û keder
Rengîn e buhara bi ter
Qedram bi ter pir dirêj e..
Heta ku em ev bin
Ne xwedî hêz bin
Ne xwedî dewlet bin
Em ê reben û bidest bin
Heta em biparêzin bratiya gelan
Em ê wenda bikin bi hezaran
De bese êdî bigirin hemî derîyan
Êdî silavê jî nedin wan hovan
Wan welatê me perçe kirine
Baweriyên me ji hev qut krine
Ji bona em nemînin weke kurd
Her tim li serê me dixin mîrkud
Bûbê Dibêje û dike qazî û dinalîne
Xwe dûr bixin ji wan ew alî ne
Xwe dûr bigrin ji roman ew ne xalî ne
Hukmê xwe li ser serê me danîn
Nepeyivîn bi zimanê wan, xwe dûr bixin ji adetên wan
Bavêjin hemî hêjayî û malê wan
Li xwe vegerin û bibînin wan.
Hinek romanên dîrokî jî li ser serpêhatiyên şexsiyetên dîrokî hatine afirandin. Her wekî romanên ku li ser Hz. Alî, Tîmûrleng, Raspûtîn, Kleopatra, Îskenderê Mezin, Hanîbal, Ramses, Hz. Musa û yd, hatine afirandin. (Di vir de hêjayê gotinê ye, ku şaristaniya Misêrê ya kevin gellek hikarî li mejiyê romannivîsan kiriye.Hinek roman jî hene ku ji vê cureya romanê re dibêjin romanên dîrokî yên fantaziyê, yan jî romanên fantaziyên dîrokî. Romana Catherîne Hermany “Wezîrê şevê” , ya Mîka Woltarî “Evîndarên Bîzansê” , ya Umberto Eco “Navê Gulê” û hinek romanên Necîb Mehfoz û Amîn Maalouf di vê kategoriyê de ne. Di van romanan de dîrok û fantazî têkilhev dibe.
Bûyerên ku di van berheman de têne qalkirin bûyerên dîrokî ne û bi fantaziyan hatine xemlandin.