Hinek romanên dîrokî jî li ser serpêhatiyên şexsiyetên dîrokî hatine afirandin. Her wekî romanên ku li ser Hz. Alî, Tîmûrleng, Raspûtîn, Kleopatra, Îskenderê Mezin, Hanîbal, Ramses, Hz. Musa û yd, hatine afirandin. (Di vir de hêjayê gotinê ye, ku şaristaniya Misêrê ya kevin gellek hikarî li mejiyê romannivîsan kiriye.Hinek roman jî hene ku ji vê cureya romanê re dibêjin romanên dîrokî yên fantaziyê, yan jî romanên fantaziyên dîrokî. Romana Catherîne Hermany “Wezîrê şevê” , ya Mîka Woltarî “Evîndarên Bîzansê” , ya Umberto Eco “Navê Gulê” û hinek romanên Necîb Mehfoz û Amîn Maalouf di vê kategoriyê de ne. Di van romanan de dîrok û fantazî têkilhev dibe.
Bûyerên ku di van berheman de têne qalkirin bûyerên dîrokî ne û bi fantaziyan hatine xemlandin.
Îşev qetla min helal e Li ser bircên Amedê Di bin çend stêrkên welêt de
Min bi serserkî berdin xwarê
Bila stûyê min ji nermiya hewayê bişkê
Ne ji hişkiya erdê Îşev qetla min helal e Kevirekî bi piyê min ve girêdin
Û min berdin bin behra Wanê
Bila goştê min bibe zirav
Ji kefalên rengesmer re Îşev qetla min helal e
Herdu çavên min birêjin
Û bikin du şînok
Yekî bi deriyê me ve kin
Yê dî bi sîngê zarokên Şengalê ve
Ger hebe daxwaziya min ya dawî
Ji bo Xwedê û hemî pêxemberan
Çend stêrkan biguvêşin
Ji asîmanê welatê min
Û li ser sîngên helepçê
Binuqutînin lêvê min.
RÛBAR ELÎ