Erê, hîv derdikeve. (Kurtebêdengiyek.) Va ye
li vir, dilşahî, va ye nêzîk dibe, nêzîk dibe...Ez
dengê teperepa lingên dilşahiyê dibihîzim. Û ger
em dilşahiyê nebînin û nejîn, ma wê çi bibe? Wê
yên din bibînin.
Ey xweza, xwezaya pîroz, xwezaya ku bi nûra nemir
dibiriqe; tu hem spehî yî, hem jî guhnedêr î, tu dayika me yî; ya ku hem jiyanê, hem jî mirinê di
xwe de dicîvîne tu yî; ya ku can dide û can distîne
tu yî.