"Her gel, her çand, her raman jî rengek e. Xwezî te mudaxeleyî van rengan nekira. Xwezî rengekî xwe li ser rengekî din re nedîta. Xwezî jiyana me jî wekî vê keskesorê xweş û watedar bûna”
Li vî gundî her tişt ax bû. Ax jiyan bû, ax însan bû, ax dilsozî bû. Gotinên kalên wê demê hîna di bîra min de ye; digotin; em ji axê çêbûne emê binax bin jî.
Werin em jînê bêhn bikin.
Meha Nîsanê roja yekem merheba ji were.hûn çawenin,karkerno, Xwendivanno, batalno. çîroka we çaw derbas dibe.hûn dikenîn an ji digirîn, hûn bextewarin an ji xemgînin. Çîroka we li we bûye êş an jî şahî. Em bi xwe tev çîrokekin çîrokek yê nîvcoyî bimîne.
Carna wûsa ez aciz dibim ji xwe, ji vê jîyanê. dilê min her