Li derekê hîşhîşa hêspan hat guhê wî. Ji dûr ve qefleyek sîwariyan dixuya. Dêhna xwe dayê ku Sîdar, Elefterya, Şemsa, Mordem, Mehsûm û wan ji di nava sîwariyan de ne. Her ku nêz bûn wî hevalên xwe yên gund jî nas kirin. Sîdar bi hefsarê hespek kumêt a reş û zînkirî girtîbû bi xwe re dianî. Serê pozê wî spî, dêliya wî dirêj bû. Her lingek wî mîna stûnek biriqî bû. Dikir hîşînî û radi bû pêdarê. Bijiyên wî yên direj li ba diketin û toz ji ber simên wî radibû. Mordem derket pêş û got: “Ev hespê kumêt me ji bo te anî.” Bi gurminiyekê re dîmen hemû winda bûn. Her der di malzaroka zilmatê de hat veşartin. Ava sar lê dikirin û ji kur ve dengek dihat.