Mirov heye dema bimire jî dijî, lê mirov jî heye dema ku sax be jî mirî ye, di nav civakê de bê qedr û qîmet e, rûreş û bêbext e, xirabî û xayînî li civakê kiriye.
"Mîrê min çav heye dibîne, dil pake ji parastinê re, lê çav heye nabîne, dil xirab e ji rastiyê re, guh ker in ji baweriyê re, xwelî li seran e, poşmanî li ber deryan e."
Ma mirovê xwedî xîret, namûs û rûmet be wê çawa hovîtî, zilma ku neyar aniye serê me û em şepirzekirine ji bîr bike. Embargo danîn ser me îşkence li me kirin em kuştin em bi êş û birînên kulbûyî re rû bi rû ne.