Xweziya bi tenê
li dûr û dûr
bin siya xewnekê û
baraneke pir hûr
yek bi yek şil bibin
rûpelê bîranînên
Bê nav
yê zarokekî ciwan û
ciwanekî kal
dilop bi dilop
hêstirê çavê min
û peşikên xunava wê baranê
bibin hevparê gunehbariya
windakirina
bîranînên min ,
û bila ez
bigrîm û
bigrîm
Dîwar ji min tije bûne,
dikin ber bavêjin..!!
Hayê wan jê tineye....
Ez neha di tariyê de diçim
mêvandarî
Di tariyê de,
çaxê ku ez û wan mîna hev, bêreng,
Pêjna kenê te
mîna pûtekî kevirî
di nava bîstikên bêrîkirinê de
çikandim ,
li ber deriyê mizgeftan
hezar carî , şikandim
û li ber serê mirinê
kevir bi kevir