"Ji koka xwe veqetin, her tiştî red bikin"
Balkêş e ku mirovekî ku di tevahiya jiyana xwe da wek rêwiyan welat bi welat digeriya û difikirî ku tu tişt nikare azadiya wî bi zincîran girêbide, vegeriya cihê ku dest pê kiribû. Li gorî Nietzsche, tiştê ku em jê ra dibêjin dil û hest, aliyê qels a hiş bû. Ji ber vê yekê "Zor û zalim bin û hesta rehmê ji bîr bikin. Ji ber ku xirabî hêza herî mezin a mirovan e." Nietzsche mirovek bû ku dilovanî ji xwe ra wek pêkenok didît. Lê sibehekê gava dît ku hespek didine ber qamçiyan dema ji otêla xwe ya li Torînoyê derdiket , xwe berda ber dilovaniya xwe û stûyê hespê hemêz kir û bi girî ji hespê lêborîn xwest. Û dijberiya din ji felsefeya sermirov hat. Wî şîret kir ku hêvî êşkenceyê dirêj dike û divê mirov tenê rastiyan qebûl bike û dev ji têgînên razber berde, lê ji ber ku wî nihîlîzma paqij û kûr ragirt, di dawiyê da felsefeya xwe ya sermirovî derxist pêş û xwest ku mirov li ser vê hêviyê bisekinin. Nietzsche mirovekî bi xwe ra di şer da bû. Di pirtûkeke xwe da gotiye: “Ez ne devê van guhan im. Ew êdî gihîştibû nuqteyek îronîkî ku tenê wî dibihîst ku ew çi dibêje…