Mijê girt ser welatê min, ka heyv û ro, ka asîman
Ket ser şar û kelehên min, tîr tê’r naçe mijek giran,
Avsipî bi çavan de hat, rê û rêçik tev winda ne
Li berya min aso dûr e, bergeha min bûye leylan...
Derdan heland hinav û dil, diaxivin kul û birîn
Janê daye dilê bi kul, ji ber daxan dikim qîrîn,
Dikim hawar, gazî dikim li heval û li cîranan
Ji birînan nêm bicok in, ji çavên min çemên bi xwîn...
Gur bi hêrîş ket nav kerî, ne berx û mî û ne beran
Gurê manco dest neda wan, bi zanebûn çû ser şivan;
Ro hat girtin, roj tarî bû, can şewitîn bi ar û pêt
Gel bêhêvî, li her derê haho hawar digel fîxan...
Lê dayê li te nemayê, stranek şewat binehwirîn
Tê de derd û kulên giran ‘jana dilan’ bihêwirîn;
Bila kurd û dinya alem hayîdar bin, rabin ser xwe
Tevbigerin, lêbipirsin, derman bikin cerh û birîn...