Çil Çarîn

Arjen Arî

Çil Çarîn Gönderileri

Çil Çarîn kitaplarını, Çil Çarîn sözleri ve alıntılarını, Çil Çarîn yazarlarını, Çil Çarîn yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
ji Xweda û j'jinê hez bik ji xwe û j'dinê hez bik kê diye bihuşta çarçik bila Zînek dojeha te be?
ku dil bidî ji dil bide dil didî dil bi dil bide di ber de ser û cil bide dil sa ye, dê bireyê!
Reklam
şûşêya dil ne j'kevir e cêr bi derz be dicebire peyv heye j'şûrî tûjtir e kêr tûj be l'tiliyê dikeve!
navê şerekî: kirêtî! rûxîn û xwîn û rêwîtî di nexşeya dilê min de sê hezar gundên şewitî
dibêje, "qirêja dest e ji paqijiyê dil mebest e" kevir bê pîşo û hest e agir li pûş tê xezebê?
her tu welatê min î bênav î: di tofana jiyê de tu qeraxa herî kevî tu li başûrê dilê min dikevî: layek te rastî, layek yekera xeyalekê
Reklam
84 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.