Dibêjin rojekê zilamek bi hevsarê kerê xwe digre û tîne mazatê! Li mazatê mirov li zilêm û kerê wî vedihewin! Kî di paş kerê zilêm re dihere ker bi qertan diherê! Kî di paş kerê re derbas dibe ker bi zîtokan lê dixe! Kesên ku lê vehewiya ne ji xwedîyê kerê re dibêjin: -Heyran ma ew ê kî mala xwe xera bike û vî kerî bikire! Li ser vê gotina wan vedigerîne û dibêje: -Min kerê xwe ji bona firotinê neaniye! -Lê te ji bo çi ew aniye mezatê? - Ji bona ku hûn jî zanibin bê ez çi ji destê wî dikşînim min aniye!