"Aqilê min tê nedigihîşt ku ji vê derê û pê ve dê her tişt wisa hêsan bibe. Heçku dê tiştinên ku vê rihetiyê xera bikin biqewimiyana ku nebe jî, divêt bibûya, divê tiştin çewt biçûyan!"
"Heçku em di tariya şevê de berhemeke hunerî diafirînin. Her kes ji xwîna xwe, ji canê xwe, ji tiştên ku herî jê hez dike perçekî tîne û temamkirina pêvajoya berhemê lezgîntir dike."