Ev pirtûk ji şeş çîrokan pêk tê lêbelê çîrok bi hev ve girêdayî ne û lehengê wan jî bi gelemperî yek in herwiha leheng di çîrokan de diguherin lêbelê serlehengê me yek e. Ji ber vê taybetiya xwe dema mirov pirtûkê diqedîne mirov tama romanê jê hildigire lewra bi vê taybetiya xwe dişibe romanan. Min Elî Eşref Dervîşiyan bi xêra vê pirtûkê nas kir û