Min got: Yên din kî ne, ez nizanim. Lê ez ya te baş dizanim.
Got: A rast çîrokek min a şexsî tune ye. Ez sih salî me. Diya pênc zarokan im. A rast ez diya wan bûm. Niha du zarokên min hene. Mêrekî min hebû. Du jinên din ên wî hebûn. Heft zarokên mêrê min ji jinên din hebûn, sê kur, çar keç. Wan par ew kuşt. Em jî, sê jin, şeş zarok wisa li holê man. Paşê, şevekê ew hatin gundê me şewitandin. Em jî zar û zêç ketin rê. Niha em li vir in. Vaye çîroka min. Ev der ku der e, tu kî yî ku fotografên me dikişînî pêşî bersiva van bide, paşê ez ji te re qala dawiya çîroka xwe ya rastîn bikim.
Yan nekim.