Dersén Şerîeté û Hedîsén Cenabé Pexember

Kamiran Ali Bedirxan
"Dersên Şerîetê" û "Hedîsên Cenabê Pêxember" bi hev re Kitêba Kamiran Alî Bedirxan "Dersên Şerîetê" û wergera kurdî ya "Hedîsên Cenabê Pêxember" ku di Hawarê de çap kiribû bi hev re di nav weşanên Avesta de derketin. Bi vê kitêbê du berhemên Kamiran Alî Bedirxan yên bi navê Dersên Şerîetê û Hedîsên Cenabê Pêxember ji nû ve tên weşandin. Dersên Şerîetê, di sala 1938an de li Şamê di nav rêza Kitêbxana Hawarê de bi hejmara 12an hatiye çapkirin. Berhem bi kurmanciyeke zelal û bi awayekî sivik şertên îmanê û îslamê rave dike. Mîr Kamiran, di benda dawî ya vê berhemê de şîreteke kurdewarî li zarokan dike ku ew pêşî ji Xwedê û pêxember pişt re jî ji welat û miletê xwe hez bikin, emrê Xwedê pêk bînin lê ji aliyekî ve jî ji bo milet û welatê xwe bixebitin û qet hêviyên xwe ji Xwedê qut nekin. Mîr Kamiran, di hejmara 27an a Hawarê de bi sernavê Hedîsên Cenabê Pêxember dest bi weşandina wergera hedîsan kiriye. Heta hejmara 47an bi giştî 702 hedîs bi kurdî hatine weşandin. Mijarên hedîsên ku hatine weşandin curbicur in lê bi piranî derbarê meseleyên civakî de ne, weke jin, aborî, arîkariya feqîran, têkiliyên civakî bi taybetî yên cîranan û hwd.
Author:
Kamiran Ali Bedirxan
Kamiran Ali Bedirxan
Estimated Reading Time: 3 hrs. 14 min.Page Number: 114Publication Date: 2012Publisher: Avesta Yayınları
ISBN: 9786055279240Country: TürkiyeLanguage: KürtçeFormat: Karton kapak

Comments and Reviews

See All
114 syf.
9/10 puan verdi
·
Liked
Bismillahirehmanîrrahim ( Bi navé Xudayé pak é dilovan û mihrivan ). Bi vé peyva qedîm ve destpéke û bi Kurdîyek zelal û sivik hatîye çap kirin. Kesé bivé ku li mala xwe malbata xwe bo zarokén xwe bi Kurdî dersén şerîeté bide, ev berhem béhempa ye
Dersén Şerîeté û Hedîsén Cenabé Pexember
Dersén Şerîeté û Hedîsén Cenabé PexemberKamiran Ali Bedirxan · Avesta Yayınları · 20126 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.