About Dersên Civakî

Dersên Civakî subject, statistics, prices and more here.

About

Ev kitêb, ji eserên “Seîdê Berê” pêk tê. Gava meriv qala “Seîdê Berê” dike, tavilê salên bi ba û bahoz ên beriya Meşrûtiyeta II. û salên piştî wê tên bîra meriv. Ev salên han, bêguman ew sal in ku Împaratoriya Osmanî ji aliyekî ve bi pirsgirêkên nav xwe yên guherînxwaziyê re mijûl dibû û ji hêla din ve jî cehd dikir ku xwe bighîne wan pêşketinên dervayê xwe û herweha jiyana xwe berdewam bike. Di vê serdemê de, çi rêvebir û rîcalên dewleta Osmanî û çi jî rewşenbîr û ulemayê ku desteya sivîl temsîl dikin, di nav wê cendereya man û nemanê de, li dû çareseriya pirsgirikên bêeman, digeriyan û diqilqilîn. Civata Osmaniya wê demê, di nav çelqîn û heylebeyleke civakî, çandî û siyasî de ye. Palpişt û sipartekên statukoparêzên li hemberî guherîna bêeman in, zeîf in. Alîgirên guherînê jî, ji du qisman pêk tên. Yên ku di grûba pêşîn de cîh digrin, bi piranî ji derdora Îttihad û Teraqiyê ne û di bin bandora fikriyata felsefî ya materyalîst û pozîtîvîst û eksa wê ya civakî, çandî û ekonomîk a Ewrûpaya wê rojê de ne. Tereftarên guherînê yên ku di grûba duduyan de cîh digrin jî, dîndar û muhefezekar in. Di wê bîr û baweriyê de ne ku guherîn, bi awayê meşa xwe ya tebiî, zerûrî ye. Lê gava guherînê diparêzin, bi fêm û feraseteke li ser esasê “pêşerojeke ku rehên wê li paşerojê ye”, ray û raman derpêş dikin û rê nîşan didin. Seydayê Bedîuzzeman, li ser îcaba nûjenkirina saziyên kevnare yên dewleta Osmanî disekinî û ihtiyacên ewladê zeman ên rewşa nû dianî ziman. Hezretî Ustadê ku tenzîm û sererastkirinên li gor dem û dewranê zerûrî didît, geh daxwazname dinivîse ji Ebdulhemîdê II. re ku padîşahê Osmanî yê wê demê ye û xwestekên xwe pêşkêş dike; geh bi pêştatirên Îttihad û Teraqqiyê re dikeve nav diyalogê û dixwaze wan bîne rê; geh bang û xîtabê eskeran dike- her wekî ya di bûyera 31ê Adarê de- da ku tabûrên îsyankar biselihîne û bisitirîne; geh li kolan û meydanan xîtabî gel dike ji ber îlana meşrûtiyetê; geh li nav êl û eşîrên Kurdan, li gund û bajarên wan digere û dersa azadî û yekîtiyê dide wan; geh fîîlen dibe avakar û endamê cemiyet û komeleyan ji bo xizmeta dîn û welat, bo pêşxistina îlm û hîkmetê, bo îrşadê û nîşandana îstiqametê. Seydayê Kurdî, rewşa civatê ya etnîk û dînî melheze dike û cehd dike ku di nav pîvanên medenî de û li ser esasên heq û edaletê, aheng û xala wan a muşterek bi dest bixe. Lewma di vê mijarê de rîsale û meqaleyan dinivîse û carnan jî nutûq dide û xeberdanên şifahî dike; da ku him rêvebir û siyasetmedaran îqaz bike û him jî gel hişyar û haydar bike. Hezretî Ustad didît ku alema esra bîstan, di nav guherîn û qulibîneke zerûrî de ye û lewma digot “Halê berê muhal; yan nû hal, yan îzmîhlal” û li ser zerûriyeta bi cîhanîna esasên ku meriv li dû medeniyeta hemdem û teknolojiyê nehêle û heta jê derbastir bike, disekinî û wan destnîşan dikir. Mela Seîdê Kurdî yê ku digot “Ez li ser wan fikr û nêrînên xwe me ku min di rojname û kovaran de weşandine. Fikr û nêrînên min, xwedî xesiyeteke wisa nin ku li her der û dewranê carî û muteber in. Lewra ji bo heq û heqîqetê, murûrê zeman û ketina ji hukum, ne mumkun e”, balê dikişand ser evê yekê ku beşerê hişyar û milletê ku bi xwe hesiyaye, ne mumkun e ku êdî bi demogojî û cerbezeyan bê xapandinê. Bi kurtasî Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî di vê dewrê de ku wek “Seîdê Berê” bi nav dike, destek daye wan hereketên azadîxwaz û meşrûtiyetparêz ên ku li hemberî mutlaqiyet û zordestiyê têdikoşîn. Xelasiya alema Îslamê, di rizgariya ji hemû cureyên îstibdad û zordestiyê de û di vekirina deriyên beyan û raman a azadane de didît. Seydayê Bedîuzzeman, wek tembîh û tewsiye destnîşan kiriye ku divê her du heyatên wî yên ku wek “Seîdê Berê” û “Seîdê Nû” li gor dem û dewrê beş kiriye, bi hev re bên mulehezekirin û nirxandinê. Digel dersên ku “Seîdê Nû” ji medreseya Qur’anê dane, ders û qisedanên civakî yên wek Xutbeya Şamê û Zeylên wê ku “Seîdê Berê” ji medreseya jiyana civakî wergirtiye jî, wek esas bên qebûlkirinê û bêne xwendinê. Rîsale û maqaleyên ku di kitêbê de cîh digrin, eynî bi wî şiklê xwe yê eslî û orjînal ê dema çapa ewil a berê, hatine çapkirinê. Rêza rîsale û maqaleyan, li gor tarîxa weşana wan, hatine rêzkirinê. Di rîsale û maqaleyan de, Hezretî Ustad wê demê îmza û navê xwe çawa nivîsîbe, me jî eynî wisa hîşt. Di dawiya kitêbê de, resmên qapaxên eserên “Seîdê Berê” û fotoqopiya hemû maqaleyan, bi şiklê wan ên orjînal, hatine bicîhkirinê. Sebebê weşana vê kitêbê ya di bin vî navî (Dersên Civakî) de, ji ber vê îlham û îşaretê ye ku Hezretî Ustad, berhemên xwe yên “Seîdê Berê” bi gotina “dersên civakî” pêşkêşî telebeyên xwe dike. Me di Dersên Civakî de jî meal û maneyên ayet û hedîs û îbareyên Erebî û Farisî li bin rûpelan nivîsî. Her wisa jî me danezanîna kes û bûyer û istilahên di kitêbê de kir di dawiya kitêbê de û di bin sernavê “kesayet û têgeh” de.
Estimated Reading Time: 14 hrs. 34 min.Page Number: 514Publication Date: 2013Publisher: Zehra Yayıncılık
ISBN: 9786054243457Country: TürkiyeLanguage: KürtçeFormat: Karton kapak
Reklam

Book Statistics

Reader Profile of the Book

Kadın% 37.1
Erkek% 62.9
0-12 Yaş
13-17 Yaş
18-24 Yaş
25-34 Yaş
35-44 Yaş
45-54 Yaş
55-64 Yaş
65+ Yaş

About the Author

Bediüzzaman Said Nursî
Bediüzzaman Said NursîYazar · 173 books
Bediüzzaman Said Nursî (Mart 1878, Bitlis - 23 Mart 1960, Şanlıurfa), İslam alimi, düşünürü. 1892'de Bitlis'te Şeyh Emin Efendi ve diğer İslam alimlerinin de bulunduğu ilim meclisinde yapılan imtihan ve münazara sonunda Molla Fethullah tarafından Bediüzzaman unvanı verilmiş; diğer alimler tarafından da kabul görmüş ve bu isimle anılmaya başlanmıştır. I. Dünya Savaşı'nda gönüllü alay komutanı olarak Kafkas Cephesi'nde mücadele etti. Savaş sırasında birçok öğrencisi ölmüş, kendisi ise gazi olmuştur. Başarılarından dolayı kendisine Harp madalyası verildi. Ordu-yu Hümâyun'un tavsiyesi ile Dar'ül-Hikmet'ül İslamiye azası olarak atandı. 1922'ye kadar görevini yerine getirdi. 1923 yılında TBMM'nin daveti üzerine Ankara'ya gelen Nursî, Ankara'da aradığı atmosferi bulamaz. Van'a dönerek inzivaya çekilir ve daha sonraları bu dönüşünü Yeni Said'in başlangıcı olarak nitelendirir. Bu dönemde sosyal ve siyasi meselelerden uzaklaşır. En önemli vazifenin imanı kuvvetlendirmek olduğunu söyler. Şiddetle karşı çıktığı ama silah çekmediği Cumhuriyet idaresi tarafından bu dönem zarfında uzun yıllar sürgün, gözetim ve yer yer hapis hayatı yaşatılacak ve zorunlu ikamete tabi tutulacaktır. Büyük çoğunluğunun Isparta Barla'da yazıldığı Risale-i Nur külliyatının yazımı ve Nur Cemaati'nin oluşumu bu dönemde yaşanmıştır. 23 Mart 1960'ta Şanlıurfa’da vefat etti. Detaylı bilgi: tr.wikipedia.org/wiki/Said_Nursî