"Tu yê bi ku ve herî, lo Gilgamêşo!? Jiyana ku tu lê digerî, tu wê nabînî. Dema Xwedayan mirov afirandin mirin kir para wan jiyana mayînde di destê xwe da girt. Lê tu Gilgamêşo! Zikê xwe tijî bike, bi şev û rojan kêfxweş be, her rojekê, bike cejnek bi şev û bi roj, bê xem dilanê bike."