Xecê destê xwe li cêba xwe dixîne,
Destmala xwe ji cêba xwe dertîne,
Li ser çavê xwe dişidîne,
Dibê gur, ji serê Sîpanê xwe berdide,
Bi ser kema balalûkê va dixîne,
Li kema balalûkê dikeve û bi Sîyabend va her du ketîne,
Xecê hê rih di canê wê da ye, Sîyabend rih di canê wî da namîne.