Di navbera rexne û lêkolînên derbarê beşên edebiyatê de, ji aliyê hilberîn û serfkariyê ve rewşeke balkêş a edebiyata modern heye. Ji beşên din cuda herî zêde rexne û lêkolînên edebiyata modern tên xwendin. Ev xwendin bi qasî ku xwendineke karî be ji bo hinek xwendekarên zanîngehan, ewqas jî xwendineke dildayî û şexsî ye ji bo meraqdarên edebiyatê. Axirî ev xwendina li ser metnên edebiyata modern, weke mijûliyeke entelektuel û zewqeke pêzanînê îro di rewacê de ye. Lê belê li aliyê din, di fakulte û enstîtuyên edebiyatê de ji tercîh û xebatên xwendekarên mastir û doktorayê em seh dikin ku lêkolîn û xebatên edebiyata modern, li gor xebatên edebiyata gelêrî, edebiyata klasîk, zimannasî û beşên din piçekî kêm in. Em sebeba vê rewşê di vê yekê de dibînin ku kêm zêde teşe, qaîde û sînorên dîsîplînên din çêbûne, lê edebiyata modern weke qadeke bêsînor li benda analîz, lêkolîn û şîroveyên lêkoleran maye. Ji ber ku ev war, bi awayekî siruştî her tim di nava geşedanekê de ye. Xebatên derbarê wê de jî ne ku li gor sîstem û qalibekî hazir dimeşin, her hewildana serketî ya edebiyata modern, weke berhemeke afirîner dikare bê dîtin.