Dewleta Cihûyan

Theodor Herzl
“Paşê ji nişka ve bager rabû. Ewr belav bûn. Birûsk veda. Ronahiyê da ser wî. Di heman demê de di bin hezar bandoran de mabû -tesewireke dewasa. Nikaribû bifikire; nikaribû tevbigere; tenê dikaribû binivîse; bêhnçikiyayî, bêyî ku li ser bifikire, bi xwe nikaribû an nikaribû behreya xwe ya rexnekirinê biemilîne ku rê li ber teqînê negre, li ser parçeyên kaxizê dinivîsand -dema dimeşiya, dema li ser piyan bû, xwedirêjkirî, li kolanê, li ser maseyê, bi şev- mîna ku bênavber emir jê re were. Ew çemê fikrên wî ewqas bi hêrs ji wî derdiket ku tirsiya hişê xwe winda bike. Ew li ser wê fikrê nedixebitî. Fikir li ser wî dixebitî. Ji serî heta dawî bi sedeman nehatiba ravekirin, wê bibûya halisulasyon.” Alex Bein Herzl, Dewleta Cihûyan bi kelegermiyeke bêhizûr nivîsand. Sernava efsûnî ne tenê bi awayekî berfireh bala rewşenbîrên wê rojê kişand, kir ku cihû ji getoyên xwe derkevin û li ser rabirdû û qedera xwe bifikirin. Bi wan da hîskirin, dinyayek heye dibe ku wê ji bo doza xwe, ku heta niha ji biyaniyan re qal nedikirin, bi aliyê xwe ve bikşînin. Bi saya Herzl, cihû hîn bûn ji encamên tevgereke navneteweyî netirsin di daxwazkirina azadiya xwe ya neteweyî de. Piştî vê, bi rihetî qala Kongreya Siyonîst, fonên neteweyî, dibistanên neteweyî, al û sirûdeke neteweyî, û xilaskirina axa xwe kirin. Rûhê wan hat rizgarkirin û di warê fikrî de êdî di getoyan de nejiyan. Herzl ew fêr kirin ku xwe di quncikan de veneşêrin. Di Kongreya Yekemîn de got, “Tiştekî em bi dizî, bi midaxeleyên veşartî an rêbazên neyekser bikin tuneye. Em dixwazin meseleyê deynin holê û têxin bin kontrola raya giştî ya azad.” Ji niha şûn de cihû wê hokerên çalak bûna di doza xwe de û, ger bixwazin, tişta jê re digotin Dewleta Cihûyan wê êdî ne xewn lê realîte bûya.
Yazar:
Theodor Herzl
Theodor Herzl
Çevirmen:
Fahriye Adsay
Fahriye Adsay
Tahmini Okuma Süresi: 4 sa. 18 dk.Sayfa Sayısı: 152Basım Tarihi: 11 Şubat 2021Yayınevi: Avesta Basın Yayın
ISBN: 9786257253154Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
152 syf.
7/10 puan verdi
Dewleta Cihûyan" pirtûkek e ku Theodor Herzl di sala 1896an da nivîsîye. Di pirtûkê de fikra gelê Cihû ya ku dewleta xwe ya neteweyî ava dike, tê parastin. Herzl tîne ziman ku gelê Cihû ji bo li Ewropayê ji antî-semîtîzmê xilas bibe pêwistî bi dewletekê heye. Di pirtûkê de her wiha fikra Herzl a lidarxistina kongreyan û rêveçûna danûstandinên dîplomasî yên navneteweyî jî derdikeve holê. Di pirtûkê de Herzl qala cihê Dewleta Cihûyan û çawaniya damezirandina wê dike. Herweha, pirtûk li ser forma dewleta Cihûyan ya hukumet, aborî û hûrgilîyên pratîkî yên din hûrgilîyan pêşkêş dike. Pirtûka Herzl temsîla destpêka siyonîzma modern a siyasî dike. Di pirtûkê de bawerî û daxwaza dewleteke ku gelê Yahûdî karibe di nava sînoran de bijî û xwe bigihîne çarenûsê, tê vegotin. Dewleta Cihûyan ji alîyê gelek kesî ve wekî metna bingehîn ya tevgera Siyonîst tê hesibandin. Fikir û pirtûka Herzl di destpêka pêvajoya damezirandina Dewleta Cihûyan de roleke mezin lîst. Di pirtûkê de îlham ji avabûna dewleta Îsraîlê ya sedsala 20 'an re hatiye dayîn. Ez bi ser navê xwe ,ji ber xwandina vê pirtûkê gelekî kêfxweş im. Û ez spasiya xwe pêşkêşî cenabê
Fahriye Adsay
Fahriye Adsay
'ê dikim ku bi Wergera xwe serkeftî ev pirtûka girîng û hêja gihandiye ber destê civaka kurd de.
Dewleta Cihûyan
Dewleta CihûyanTheodor Herzl · Avesta Basın Yayın · 20218 okunma
Reklam
152 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
Dewleta Cihûyan ji bo Kurdan du cihên girîng hene. 1. Dewleta Cihûyan ji nivîsandina xwe 50 sal şûnva Cihû dewleta xwe avadikin.( Îsrael) . Ehmedê Xanî jî 400 sal berê Mem û Zîn nivîsand û got gerek dewleta Kurda hebe, mixabin 400 sal derbasbû Kurd hîn nebûye xûdan dewlet. 2.Dewlet bûna Cihûyan ji bo Kurdan mînakek pir balkêşe gerek sîyasetmedar, rewşenbîr, ronakbîr hwd. analîzekî baş çêbikin. * Mem û Zîn hertim li ber serê me bibe . Dibê pirtûka Dewleta Cihûyan jî bidin ber serê xwe. Ji bo vî berhema hêja spas dikim Fexrîye Xanim
Dewleta Cihûyan
Dewleta CihûyanTheodor Herzl · Avesta Basın Yayın · 20218 okunma
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.