lê yê ku xwe ji hundirê min dide valakirin tu yî, ji ber ku tu min digirinî, tu nebûna te min bi girî ve dike; an tu bi zanebûn xwe dikî girî û xwe ji hundirê min dirijînî?
Hebûna min, min diêşîne, gelo tunebûna min jî wê ez biêşandima? Heger fikirînê zewkek an jî 'hez'ek nedabûya min, ez ê dîsa jî bifikiriyama gelo? Na...
Madem tu yê bimira, madem wê hinekan tu bikuşta; min, ji te hez dikir; min; xwe di ber te de ser jê dikir, tu yê neçûya, kuştina te heqê min bû, min ê bi destê xwe tu bikuşta!
Kîjan cara ku ez li sûret dinêrim ez têm kuştin û her ku ez têm kuştin ez bextewar dibim. Ez bextewar dibim ji ber ku ez dizanim her cara ku ez têm kuştin dilê te li min rehet dibe; û ew rehetbûna dilê te dilê min jî li min rehet dike.