Hebûna min, min diêşîne, gelo tunebûna min jî wê ez biêşandima? Heger fikirînê zewkek an jî 'hez'ek nedabûya min, ez ê dîsa jî bifikiriyama gelo? Na...
Hêsir janê dişon, ji loma ez naxwazim ku ez zêde bigirîm û êşa te ya ku di hundirê min de ye sivik bikim; ez dibêjim qey gava ku ez bigirîm tu yê rondik bi rondik ji hundirê min bar bikî, ez naxwazim ku hundirê min bê te bimîne, ez naxwazim ku hundirê min ji te bişemr bimîne; gava ku tu ji cihokên çavên min weke girî biherîkî derve ez ê vikîvala bimînim, ez bi te mişt im û ez dixwazim ku bı te mişt ji bimînim; lê yê ku xwe ji hundirê min dide valakirin tu yî, ji ber ku tu min digirînî, tunebûna te min bi girî ve dike; an tu bi zanebûn xwe dikî girî û xwe ji hundirê min dirijînî? Alî min neke, xwe neke girî û jana min sivik neke ez bi qurban! Heke di hundirê min de dilê min cih li te teng dike, bêje; ez dilê xwe jê bikim û bikim bi qurbana te!