lê yê ku xwe ji hundirê min dide valakirin tu yî, ji ber ku tu min digirinî, tu nebûna te min bi girî ve dike; an tu bi zanebûn xwe dikî girî û xwe ji hundirê min dirijînî?
“ hezkirî” jixwe ew weke du kuçiên har her li bendeya hev in, û hezkirina ku ji fesadiyê û ji xerabiyê û şikê ne xurttir be û bi xencerê nehatibe cerribandin ne tu hezkirin e, weke min ji te re gotibû hîn hezkirin tune ye!
Madem tu yê bimira, madem wê hinekan tu bikuşta; min, ji te hez dikir; min; xwe di ber te de ser jê dikir, tu yê neçûya, kuştina te heqê min bû, min ê bi destê xwe tu bikuşta!