DENGÊ XERÎBİYÊ
Di vê meydana biçûk de dest pê kir. Zora hemû dengên din ên ku heya wê demê jiyana min hûnandibû, bir. Di ruh û dilê min de, ji xwe re cihekî taybet anî pêş. Dengê welatê xerîbiyê, naşibe dengên din mîna dengê seqemê ye, lê jê sartir e. Mina dengê şûrê mêrkujan e, lê jê tûjtir e. Mina dengê guliyên berfê ku hêdîka dikeve erdê, lê jê zîztir e. Mîna dengê kund û kundan e, lê jê bêtir bi tirs bû.
Dengê welatê xerîbiyê, guhdarên bîrbir! sar, zirav, zîz û tijî metirsî ye. Dengekî ku tu deng nikare wî haş bike, ji dilsozî û fikaran dûr bixîne û vegerîne dengekî xwe- zayî. Rengê welatê xerîbiyê, bi darê zorê dizê û dijî. Dema ku me ji welatê xwe bêdeng û bi kesereke kûr xatir xwest, pişta xwe da çemê Dîcle û ber bi welatê jor di nava leşker û berpirsên leşkerên Osmaniyan de, em bi rê ketin, min dengê wela- tê xerîbiyê di ruh û dilê xwe de his kir. Ev deng jî mîna êşa çavê min ê kor bû, kese- kî din nedidît, lê hîseke ecêb, nefes li min diçikand û ez diavêtim di nava pêlên xurt ên tevliheviya dil, ruh, bîr û hiş...
Sessizliğin sesi bir yere sindi mi, artık kolay kolay ordan çıkmaz. Eğer sessizliğin sesi, derin yaraların izlerinden çıkıyorsa, o vakit ses ilelebet var olur. O zaman sessizlik, hayatın her çeşit sesi arasında, zemheri ayarlarında buzun altından akan nehir gibi kendine bir yatak bulur ve her zaman uğuldar. Ancak sadece, ruhun ve yüreğin duyabildiği bir uğultudur bu. Ne zaman sessizliğin sesini unutup, onun yerine bir dengbej'in etrafını saran hayatın seslerimi koymaya kalkıştıysam, kör gözüm ve yarılmış yüzüm, sessizliğin sesini hatırlattı bana.