De gidîno ,bikin bilezînin,
Barûtê zû ji çelan derînin,
Kela Dimdimê hemû bihedînin,
Bila dijmin bibînin teslîma me tunînin.
Zû kirin û lezandin,
Barût ji çêlan derandin,
Kela Dimdimê teqandin,
Hemû Kurdistanê nîşan din.
Mîyasera Şah Ebas nebû,
Xano ji dînê xwe dernebû,
Teslîmî Şah Ebas jî nebû,
Ew li hemû dinyayê eyan bû...
Bila hemû Kurd bizanibin,
Heke xayîn di nava wan de peyda bin,
Ew ê her gav bê erd û bê war bin,
Her gav jî stûxwar bin,
Wê di binê destan de bin...