Dîwan Updates
You can find the Dîwan updates, reader opinions on 1000Kitap.Ji Derdê Işqê Bedhal im
Ji derdê işqê bedhal im,
eceb pir bûye min narek
Were cana bibîn halim,
ne min dil ma ne dildarek
Seher bilbil bi hawar e,
di dil da ew birîndar e
Kul û nalîn ji bo ar e,
ne gul mane ne gulnarek
Ehmedê Xanî
Dîwan Îro Li Textê Dîlberê
Îro li textê dîlberê,
Ya Reb çi şîrîn esmer e!
Jê nabitin min dilberê,
ew dîlber e yan dilber e
Ew "rû" ne yan gulbergê al,
"alale" yan "dêm"a bi "xal"
Qendîlê nûra Zulcelal,
mîr'at e yane mezher e
"Dêm" şûşe nûra Heq di nav,
"dev" "xunce"ya şîrîn gulav
"Rux" sorgula rengîn xwunav,
"xal" misk e "nîşan" enber e
Ehmedê Xanî
Dîwan