Diwana Şex Ehmede Feqir

Hayrullah Acar
10/10
1 Kişi
3
Okunma
1
Beğeni
433
Görüntülenme
Şêx Ehmedê Feqîr, yek ji wan şa‘irên Kurd ên serdema mîrektiyan e ku xwedî dîwaneke mezin û giranbiha ye. Heta niha ne navê wî, ne jî dîwana wî ya ku nusxeya yekane bû, ji aliyê lêkolîneran ve nehatiye nasîn. Ev destxet, bêyî ku li bobelat û musîbeteke ku hatiye serê gelek berhemên Kurdî rûbirû were, ji aliyê malbata helbestvan ve heta dema me parastî maye. Hin ji taybetmendiyên girîng ên vê dîwanê ev in: Di edebiyata Kurdî ya klasîk de piştî dîwana Melayê Cizîrî û Pertew Begê Hekarî, sêyemîn dîwana Kurdiya Kurmancî ya muretteb e. Her wiha ev dîwan, di nava dîwanên Kurdî tevan de yekem berhem e ku bi destê muellifê xwe hatiye nivîsîn. Yanî dîwan ne kopî ye, nusxeya muellif bi xwe ye. Dîsa ev dîwan di edebiyata Kurdî de yekem dîwana ne’tan e ku mînakên van di edebiyatên klasîk ên cîranan de zêde ne. Şêx Ehmedê Feqîr, kurê Şêx Şerefeddînê kurê Şêx Nasiriddînê kurê Şêx Ebdullahê Şawirî ye. Malbatek zana û mutesewif e. Jiyana malbata helbestvanê me li gundê Şawira û Gundşêxê derbas bûye ku ev gundana îro girêdayî bi Dihê/Erûha Sêrtê ne. Derbarê jiyan û serpêhatiya wî de zanînên berfireh di destê me de nînin. Dîwana Şêx Ehmedê Feqîrê Gundşêxî bi Kurdî û Erebî û Farisî ye û di sala 1237/1822 de hatiye nivîsîn. Hebûna vê dîwanê ji bo edebiyata Kurdî gencîneyeke bêhempa ye.
Yazar:
Hayrullah Acar
Hayrullah Acar
Tahmini Okuma Süresi: 16 sa. 19 dk.Sayfa Sayısı: 576Basım Tarihi: Temmuz 2016Yayınevi: Nubihar Yayınları
ISBN: 9786055053949Ülke: TürkiyeDil: TürkçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Henüz kayıt yok
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.