îşev
dilê xwe radestî destê te dikim
û bi fîstanekî ji rengê evînê
li bejna xewnên xwe dikim
îşev
dem xwe ji bîr dike di qewlikên çavan de
û nêrînên bêdemsal konê xwe bar dike
ji zozanên çavan
diweste û radiweste dil
îşev
li ser sînga min birînek û mistek xwê
û çend gazinc di bêrîka zimanê min de