DONZDEH SIWARIYÊN MERÎWANÊ
Pîremêrd
Ez zarok bûm. Her çi qas behsa donzdeh siwariyan ji min re dihat kirin, min xwe wek lehengek didît.
Kedar Axa digot: "Kurno ji êrîşa we ya şêrane re qurban bim." Rojekê got: "Rûyê axa xwe spî bikin." Ez jî bi xeyalî li hesp siwar dibûm.
Kedar Axa ew rêzik dixwendin:
Ciwamêr Axayê Rengîne
Pilingê pençebixwîne.
Ez bêtir dîn dibûm. Min gelek dixwest ku derfeta min hebe û ez çîroka donzdeh siwariyan binivîsim. Lê belê min tu belgeyek bi dest nexist. Ez ê jî rast û rewan bavê min çawa ji bapîrê xwe bihîstiye û min jî çawa ji bavê xwe bihîstiye, wisa binivîsim. Ev jî rastiya wê ye...
Of şairên pêşin!
Pîremêrd
Anthony Smiths:
"Civatek ku nekarî zanayek an jî qehremanek hilberîne yan jî bi kar bîne, bi îhtîmaleke mezin wê îddîa û daxwazên wê jî bêne redkirin, ji ber ku şexsiyeta wê bi temamî girêdayî mêrxas û lehengên wê yên navmezin e."