Dema ku me didît ku Kurd bi kincên xwe yê Kurdî dihatin qehwê, min bi dilşadiyekî kur wan bi heyran heyran temaşe dikir û min ji wan kêfekî mezin distand. Bi taybetî jî Mele Seîdê meşhur ku mamosteyê Xwendekarê Rîsale-î Nûr, bi wê bedewiya xwe, bi mêrxasiya xwe, cil û bergê xwe yê Kurdî, şal û şepik, serpûş û desmal xwe dikir û wusa digeriya. Gerîna wî ya bi serbilindî gelek kêfa min dianî