“Sedemên duzimaniya civaka kurd ji xwe ji hêla her kesî ve tên zanîn. Projeya avakirina netewdewleta tirk, polîtîkayên asîmîleker ên ji bo pêkanîna wê projeyê sedemên herî sereke û girîng in. Bi kurtasî kurdan duzimanî tercîh nekiriye, lê zimanê wan di saziyên perwerdehiyê de, di medyayê de, di saziyên xizmetên cemawerî de bi temamî di hemû sazî û dezgehên dewletê de hatiye vederkirin û qedexekirin û tirkî bi darê zorê li ser kurdan hatiye ferzkirin”
Di nava sala ku me li du xwe hişt de, yek ji mijarên ku ji hêla rewşenbîrên kurdînûs(1)ve herî zêde nivîs li ser hatin nivîsandin jî mijara duzimaniyê bû. Di nivîsên li ser vê têgiha ku ji ber reaîletaya kurdan diyare ku dê hê demeke dirêj di rojevê de bimîne, gelek fikr û ramanên cihêreng û girîng hatin derbirin û pêvajoya duzimaniya ku kurd dijîn wekî gaveke ber bi mirina zimanê kurdî ve hate nirxindin. Nivîsên têkildarî nîqaşa navborî wekî pirtûk hate amadekirin û ji hêla weşanên Hîvdayê ve hate çapkirin.