Di sala 1955an de li Qamişlo hatiye dinyayê, perwerdeya seretayî û navîn li Mêrdîn û Nisêbînê diqedîne. Di Sala 1975an de diçe li Swêdê bi cîh dibe. Li Zanîngehên Stockholm û Uppsalayê li ser zanyariya siyasetê, dîrokê û ramana dîrokê dixwînê, di sala 1986an de teza xwe ya masterê pêşkêş dike. Li vî welatê bi awayek çalak siyasetê dike û endamê Navenda Partiya Çep a Swêdê bû.
Şerefxan Cizîrî di gelek kovar û rojnameyên kurd de gotarê çandî, ramangerî û edebî nivîsandine. Li Zanîngeha Mêrdînê dersên edebiyata devkî dane şagirtên lîsansa bilind