Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Epîlog Smîrnoff

Hesenê Metê

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
202 syf.
·
Puan vermedi
Pirtûkên Hesenê Metê di honandina çîrokê de pir serkeftî ye. Zimanê devoka xwe û hin peyvên taybet ya devokên din pir bi zanatî bi kar tîne. Mînak li herema me ya Cizîrê ‘welê’ tê gotin lê dema di pirtûka Hesenê Metê de rast hatim kêfxweşbûm. Ji ber ko Metê ne ji herema Botanê ye lê baş lê çavderî kiriye.
Epîlog Smîrnoff
Epîlog SmîrnoffHesenê Metê · Peywend · 201322 okunma
Reklam
202 syf.
5/10 puan verdi
·
7 günde okudu
Epilog&Smirnoffa Hesenê Metê :/
Min bi pesndayîn û pêşnîyara kesekî vê pirtûkê kirîbû, demek dirêj bû ku di pirtûkdanka min de li benda xwendina min bû, di dawiyê de berî çend rojan min biryara xwendina vê pirtûkê da. (Lê xwezî dîsa cihê xwe da mabana û min nexwendibana :)) Vêca ez derbasî rexneyên xwe bim... Pirtûk ji kurteçîrokan pêk tê, hemû kurteçîrok; li ser "îronîyê" hatine sazkirin. Di pirtûkê de min bi tenê kurteçîroka ewil û ya herî dirêj ku navê wê "Epilog" bû û teqrîben ji 50 rûpel zêdetir bû, eciband. Ji bilî vê çîrokê, çîrokên din weke stîla xwe gelekî kurt û kin bûn, ji kin bûnê wêdetir min ji vê tarza "îronî" yê hez nekir û ez nikarî bûm ji her çîrokê re wateyeke bidim, a rast piraniya çîrokên din bêwate û bêencam xuya dikirin. Çawa ku min çîrokek diqedand yeka dî dest pê dikir û ez bala xwe cudagane û bihêsanî nikaribûm ji her yekî re zû bi zû bidim. Ji bilî vê mijarê; kêfa min bi stîla zimanê nivîskarî jî zêde nehat, rast e ku her nivîskar xwedî taybetmendîya peyvan be lê peyvên ku Hesenê Metê di pirtûka xwe de cih dabûn hin ji wan gelekî nedihatin fêmkirin û ne ji zaravayê kurmancî bûn jî. Pirtûk di van yekan de bêhna min teng dikir û heta dawî sebra min zor hat. :/ Lêkolîn û rexneya min evqas bû :) Spas ji bo yên ku rexneya min xwendibin. ^^
Epîlog Smîrnoff
Epîlog Smîrnoff
Epîlog Smîrnoff
Epîlog SmîrnoffHesenê Metê · Peywend · 201322 okunma
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.