yarê bihar e!
Sed pîvok der bûn, sed kulîlk zer bûn
sortir vebûne yek ji yekê.
Ev xec e ev lîloz ev bûka pembî...
seqem tenibî, roj dibişire
yarê, ka bêje
kîjan kulîlkê bixim berbiska te!..
...
dem payîz e
ba qulipî hîv tê werbû
havîn hişk bû stran kerr bû
madê payîzê re zer bû
şeqitî dem li dor û darê
hinar sor in bîhok zer e
li dû quling qaz koçber e
bi gûzê re j'gûn diwere
gewez bûn pel li çinarê
…
Kol î poşman
bi parsê ketibim
li kolana te evdal
li devderiyê te qereçî
têr bike vî dilê birçî
keçê, ka maçekê!
tê bidî ji gerdenê bide
ji keviya hinarkê
ji kaniya lêvê
te bivê dibim mêvan
te bivê şevê dikim deman
te nevê, vedigerim ji devê derî
dest-vala
û
kol î poşman!
Arjen Arî