Min ji gul pirsi
Ji çi ditirsi?
Gotji meqesê dest mirovan
Min ji kevok pirsi
Ji çi ditirsi?
Got ji tiliyê ser tetikan
Min ji gêle pirsi
Ji çi ditirsi?
Got ji bin piyê mirovan
Min ji kew, ji xezalan
Ji ax û dar û robaran
Ji roj û hiv û stêran pirsi
Tev gotin ji mirovan
Min ji mirov pirsi
Tu ji çi ditirsi?
Got ji xwe û ji çavreşiya mirovan.