Li payîza çav bi hêsir
evîna te gulistane
di nav ewrên kîna kevnar
ew paytexta dilistane
evîna te hey'v û roke
bê te cîhan taristane
heger evîn rokê vemre
hêlîna dil goristane
Ji kanîka çavên şermîn
Ji xwezîyên Zîn û Şêrîn
Ji omîda
Ji birîna
Ji ber kêlên bîr'anîna
De bibarin
Ji axîna wan bilûra
Ji dor perdên
Wan tembûra
Ji sîpanê,berfa xwez'ya
Li ser pengên
Zilf û kezya
De bibarin
Hêsirê min
De bibarin
Zivistan û payîzên dil
Bê biharin
De bibarin
Mîna tava
De bibarin
Li payîza çav bi hêsir
evîna te gulistane
di nav ewrên kîna kevnar
ew paytexta dilistane
evîna te hey'v û roke
bê te cîhan taristane
heger evîn rokê vemre
hêlîna dil goristane