Reşiya kezeba min ne ji ber kişandina cixarê ye, divê hûn zanibin, ji ber kişandina derdê we ye. Ji ber durûtî û neduristiya we ye. Ji ber çavnebarî û dexesiya we ye. Ji ber neyartiya we ya bêmane û giravêtina we ya bêkêr e. Bila Strindberg gunehê xwe bi we bîne û bibêje "Mirov guneh in", ez jî zanim, hûn jî zanin, mirov zalim in, gurên hev in.