Ez E Yeki Bikujim

Firat Cewerî

By Number of Pages Ez E Yeki Bikujim Quotes

You can find By Number Of Pages Ez E Yeki Bikujim quotes, by number of pages Ez E Yeki Bikujim book quotes, the most impressive sentences and paragraphs on 1000Kitap.
Reşiya kezeba min ne ji ber kişandina cixarê ye, divê hûn zanibin, ji ber kişandina derdê we ye. Ji ber durûtî û neduristiya we ye. Ji ber çavnebarî û dexesiya we ye. Ji ber neyartiya we ya bêmane û giravêtina we ya bêkêr e. Bila Strindberg gunehê xwe bi we bîne û bibêje "Mirov guneh in", ez jî zanim, hûn jî zanin, mirov zalim in, gurên hev in.
Me ê rûmet bida jinê. Jin ê di civata me de li cihê herî bilind bûya, kesî ê ji bo ku ew tenê jin e, nikaribûya zilm lê bikira. Bala xwe bide durûtiya civata me. Ew dikarin bi navê namûsê keça ku ji kezeba wî ye bikuje, ji aliyê din ve ji bo kêliyeke xweşiyê dikare tecawizî keçeke di temenê keça xwe de bike.
Reklam
Niha li bajarê min, dengê zimanê min nayê guhê min.
Dawiya dawî, wî bi xemgînî biryar da û got; ez nexweş im, ez êş û azarê bi xwe didim kişandin, ez nizanim çi bikim... "Ez ê yekî bikujim, Firat Cewerî"
Sayfa 13 - Weşanên AvestaKitabı okuyacak
Xwezî îro qet ji nav nivînan ranebûma...
Reklam
76 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.